Cîhan hêdî hêdî dest pê kir ku bibe cihê ku jiyan lê dijwar e. Em niha di serdemekê de ne ku kes kesî fêm nake, tengbîniyê hêdî hêdî dibe çanda populer, bawerkirin, îman anîn û hezkirina mirovan nemumkin bûye. Em, wekî mirovên ku dixwazin di jiyanê de bi rûmet bimînin, bi awayekî mirovane bijîn û bibînin ku bi awayekî mirovane tê jiyîn, pir bêçare û tenê ne. Ew eşkere ye ku ev çûn, ev tunekirin, ev tunehesibandin, ji bilî emrê me tu dawiyeke din armanc nake.

  Mînak, li her derê cîhanê komkujiyên zarokan, kuştinên jinan û şer hêdî hêdî zêde dibin. Li gel van, çandên siyasî yên xerabûyî û pergalên ku tenê gelan dişuxulînin, li kêleka projeyên xwe yên civakî, berdewam in ku veberhênanê li van qadên kaosê bikin. Gelek sektor, qada kar, xebat û projeyên ku em wekî bêguneh dibînin, di rastiyê de ji çalakiyeke dilxwazî an têkoşîna jiyanê wêdetir, tenê ji xebatên ku pêşeroja her takekesî tarî dikin an jî wê hîn bêtir nejiyankar dikin pêk tên.

  Ez nikarim ew bêbextî û xweperestîya ku ez li derdora xwe li ser rûyên mirovan dibînim şirove bikim. Ev ku kenek li dawiya tempoyeke kar a giran bûye tiştek ku em ê qet nikaribin li ser rûyên mirovan bibînin, dikare bi awayekî eşkere nîşanî me bide ku ev pergal çiqas hov in û çiqas li dijî xwezaya mirov in.

  Di peyvên xwe yên dawî de pirsêk heye ku ez dixwazim hûn lê bifikirin: Cara dawî kengî we karî baweriya xwe bi kesekî, bi gotina ku wî got, bi nihêrîna wî ya li we bînin? Hûn dikarin kenê dawî yê dilsoz ku hûn tîne bîra xwe şirove bikin?