USA welatek e ku di gelek mijarên cîhanê de xwedî gotin e û navê xwe bi veberhênanên teknolojîk, vedîtin, pêşketin û markayan li dîrokê nivîsandiye. Ez difikirim ku li Tirkiyeyê, ku tu nîşana jiyana mirovî nîşan nade, parlamenter û hikûmetên hilbijartî dikarin wisa yobaz, paşverû, qirêj, dest bi xwînê gemarî, tîpên mafyayî bin, lê hûn Amerîkî — hûn ku welatê xwe bi koç û penaberiyên ji her derê cîhanê tije kirine, hûn ku di nav we de mirovên ji her rengî hene, mirovên xwendî, hilberîner, nivîskar û serketî — we çawa mirovekî wekî Trump hilbijart?

  Vê kirinê çi li we zêde kir, çi ji we kêm kir? We qet ev yek nekir pîvan? Ez difikirim ku we jî ev hesab nekiriye. Ya xirab ew e ku dîsa li USA hilbijartin hene. Ez meraq dikim gelo ev mekanîzmaya pîvanê di çav û mejiyê gelan de dê bixebite, an divê gotinên Aziz Nesin ên “60%ê vê welatê pez in” wisa bêne veguhastin: “Ma 80%ê vê cîhanê nijadperest, faşîst, bêwijdan, bêexlaq û yobaz e?”

Ez nizanîm.

Hilbijartin ya we ye...