Werin, bila em bibin zarok...

Heke ez ji te bipirsim: Tu dixwazî careke din bibî zarok? Ez bawer im tu dê bibêjî: Erê...

      Tenê wekî zarokekî bifikire: Tu zarokek li Rojhilata Navîn î û tu di nav şer de yî. Te dayika xwe, bavê xwe, birayê xwe, xwişka xwe an jî kesekî din winda kiriye; ev ne girîng e, ji ber ku diviyabû tu bi hevalên xwe re bilîzî, lê çek, bombeyên û mayîn jiyana te girtine destê xwe. Ji ber vê yekê tu nakene, tu tenê digirî, û tu zarokek li Rojhilata Navîn î, di nav şer de.

      Belkî tu li Ewropa an Amerîkayê bî, lê tu nikarî dê û bavê xwe û cihê ji dayikbûna xwe hilbijêrî. Tu li Afrîkayê dijî û tu zarokek î. Li tenişta mala te heywanên kovî hene, tu birçî yî, tu feqîr î û tu zarokek î. Belkî dê û bavê te çûne ku ji bo te xwarinê bibînin, lê belkî dê û bavê te ji aliyê heywanên kovî ve hatine kuştin. Tu zarokek î, tu tenê dikarî li benda bimînî. Dema ku hevtemenên te lîstikê dikin, tu difikirî: Ez çawa dikarim bijîm?

      Belkî tu li her derê dijî, lê mirovên xerab li her derê hene. Belkî tu ji aliyê kesekî xerab ve were destdirêjîkirin, belkî ew te bikuje. Heke ew te nekuje, tu dê bixwazî bimrî, ji ber ku te zarokatiya xwe winda kiriye, te azadiya xwe winda kiriye, te xewnên xwe winda kiriye. Hin kes dibêjin ev nexweşiyeke pedofîliyê bû, lê ev ji bo te ne girîng e; ev ji bo mirovahiyê jî ne girîng e, ji ber ku mirovahî mirî ye. Tu bêhnê digirî, lê tu najî.

      Ez dixwazim careke din bipirsim: Tu dixwazî careke din bibî zarok? Heke tu dîsa bersiv bidî: Erê, ez hêvî dikim daxwaza te neyê qebûlkirin, ji ber ku: Li vê dinyayê zarokbûn ne hêsan e.