Dewlet bi komkirina saziyên rêxistinkirî di bin yek banî de li ser perçeyên axê yên ku sînorên wan hatine diyarkirin pêk tên; em dikarin bi kurtî bibêjin, lê welat li gorî gelek kesan tê gotin ku ji aliyê Neteweyek an Miletekê ve bi rijandina xwînê, bi şer, an jî bi berxwedaneke mutleq tê qezenckirin an vegerandin û wisa pêk tê.

  Her du van pênaseyan jî encama nêrînên pir seqet in. Li gorî van pênaseyan, li cîhanê gelek welat bi referanduman di nav aştiyê de hatine damezrandin, lê li gorî mirovên ku bi vê nêrînê dinihêrin, ew wekî dewletçik tên binavkirin. Yanî şer û xwîn bûye şert ji bo ku mirov azad û di aştiyê de bijîn.

  Heke hûn bipirsin ka bêwelat mayîn xirabtir e an bêdewlet mayîn, li gorî min her du jî ji xwedîbûna welatekî bi xwînê hatî bidestxistin û dewletekê bi şer hatî damezrandin gelek çêtir in.

  Di van rojan de revîna mirovên ku naxwazin bibin hemwelatiyên Taliban, nîşaneya herî zelal a vê rewşê ye. Ji vir dikare were fêmkirin ku xwîn aramî ji tu kesî re neaniye û nayîne jî, wekî vê welatê ku Tirkan hezar sal berê li ser Xwînên Kurdan ava kiriye û tu carî negihîştiye aramiyê...