Mirov dikarin bawerî bi hin olan bikin, ev normal e, mirov dikarin rêxistin bin, ev dikare were fêmkirin, hemû mirov dikarin rêzê li van mafan bigirin, ev ji bo tu kesî ne pirsgirêk e.
Li cîhanê gelek ol hene, ev ol ji Xwedê ne an jî ji aliyê hin rêxistinan ve tên peydakirin.
Baş, çima divê ev civak bên rêxistinkirin? Ji bo ku li hember olên din bi hêz bin, ji bo ku endamên rêxistinên din bikujin, ji bo ku zordestiyê bikin, ji bo ku zarokan bişuxulînin. Ez tenê vê çalakiyê ji rêxistinên olî dîtim. Min tu rêxistin nedît ku alîkariya mirovên birçî bike. Min tu rêxistin nedît ku alîkariya mirovên feqîr bike.
Dema tê ser axaftina li ser qencîyê, endamên van rêxistinan dibêjin: em herî baş in, em ji bo mirovan alîkar in, em xizmetên pîroz didin.
Baş, ez dixwazim ji van mirov û rêxistinan bipirsim:
Kîjan rêxistin, kîjan endam, li ku ye, kengî?
