Dema ez li dîroka mirovahiyê difikirim, ez şerm dikim. Ew çawa dikarin bibêjin: “Em mirov in”? Mirovbûn ji bo wan çi tê wateyê, ez nizanim!
Me çend Ermenî, Cihû, Kurd, Êzîdî, Suryanî, Afrîkî û bêhejmar mirov kuştin? Erê, rast e: ME KUŞT.
Ji ber ku dema kesek kesekî dikuje û tu bêdeng bimînî, tu jî wekî kujer xwedî heman sûcê yî.
Li seranserê cîhanê gelek feqîr hene, ji ber ku tu ji pêdiviya xwe zêdetir tişt û xwarin dikirî.
Li seranserê cîhanê gelek jenosîd hene, ji ber ku tu qirêj î û difikirî ku jiyana te ji jiyana mirovên din hêjatir e.
Tu dikarî bibêjî: Na, ez li ser van sûcan diaxivim. Ev xelet e. Ev tiştên şaş in. Erê, tu rast î, lê hîn jî her tişt heman e.
Ji ber vê yekê, ey mirovê hêja: Dema tu bifikirî ku her kes mirov e, her kes xwedî mafên mirovan e, û dema tu dengê xwe bilind bikî, têbikoşî û hewl bidî, em ê aştiyê bibînin...
