Em carinan diaxivin; Dema ez zarok bûm, em kêfxweş bûn, me li kolanê gelek lîstik dilîstin, me bi hevalan re demên xweş derbas dikirin.
Tu niha difikirî? Çima ev guherî?
Ji ber ku em guherîn, ji ber ku me zarokatiya xwe ji bîr kir, ji ber ku em wekî zarokê bêguneh nînin. Niha zarok nikarin bi ewlehî derkevin ku bi hevalên xwe re lîstik bilîzin, ji ber ku em xeternak in. Kesek dikare bifikire; Lê gelek kes bav an dayik in. Erê, ev rast e. Jixwe ev bav û dayik zirarê didin zarokan.
Ev ne li ser bûna bav an dayikê ye, ev tenê li ser bûna mirov e. Ev mijar li ser mirovahiyê ye.
Di van çend rojên dawî de me mînakek li Tirkiyeyê dît û dîsa li Tirkiyeyê. Zarokekî nêzî 12 salî, zayend ne girîng e, ji aliyê zilamekî olî ve hat îstîsmar kirin. Ev zilam serokê hin rêxistineke olî ye. Dema malbatê ev rewş zanî, malbat serî li polîs da. Dema endamên vê rêxistinê ev bihîstin, êrîşî malbatê kirin. Ji bo çi? Çima hûn ji bo serokê me çûn polîsê?
Bi rastî, ez nikarim ji bo van mirovan hin hevokan bibînim. Di navenda van mirovan de zarokekî nêzî 12 salî heye. Dema ez li vê difikirim, ez ji pêşeroja vê cîhanê bi fikar im. Ez ditirsim. Ev tirsnak e.
Kengî mirov bûn ewqas xirab, tirsnak, xedar, bêwijdan? Ez nikarim bawer bikim bi tiştê ku ez dibînim. Ji ber vê yekê ez şerm dikim ku mirov im. Ez şerm dikim ku bibêjim ez mirov im. Kîjan mirov dikare vê bike? Kîjan mirov dikare vê qebûl bike?
Ma ez dikarim tiştên dawî bibêjim; Tu heywan qet vê nake.
