Zihniyeteke ku exlaqê xwe winda kiriye; pergaleke ku rê daye nijadperestî bikeve nav siyasetê, saziyan û heta nav her hucreya civakê...
Pergaleke ku nefret kiriye bingeha bilindkirina xwe; ol û çand wek amûrên desthilatdariyê bi kar tîne; tiştên mirovahî hema hema nedîtbar kirine û dema barê namûsê dixe ser milê jinan, bênamûsî, şîdet û sûcan bêceza dihêle...
Karbidestên vê pergalê, sûcdarên ku ew diparêze û zihniyeta ku ew temsîl dike, di dîrokeke nêzîk de mirov zindî zindî şewitandin. Zarokên we dema li ber mala xwe dilîstin kuştin. Li kursên Quranê destdirêjî û tacîza cinsî li zarokên we hate kirin. Hûn û zarokên we hatin lêdan û êşkencekirin, da ku bi zimanê xwe yê dayikê neaxivin.
Mirov bi kemeran hatin lêdan. Di bin çavdêriyê de hatin kuştin û winda kirin. Jinên ducanî hatin kuştin; zikê wan hatin birîn, pitikên wan hatin derxistin û kuştin. Zarokên we li pişt wesayîtên polîsan hatin girêdan û di navenda bajaran de hatin kişandin. Gundên we hatin şewitandin. Hewl hat dayîn ku dîroka we bê tunekirin û çîrokên we bên dizîn.
Bi we re henek hat kirin. Hûn hatin xebitandin, lê berdêla keda we nehat dayîn. Hûn bi balafir û bombeyan hatin qetilkirin.
Ev çanda siyasî ya ku şîdet, nijadperestî, gendelî û bêcezakirinê asayî dike, riziyaye. Exlaqê wê riziyaye. Asta fikrî ya mijarên ku li ser diaxive û pê re mijûl dibe, ketiyê erdê.
Gendelî, pereyên hatine dizîn û milkên hatine desteserkirin bêhejmar in. Jiyana mirovan ji bo nûnerên vê pergalê pir erzan e. Ew bi hovîtî û xerabî tevdigerin, wek ku xerabî bi xwe di laşê wan de bûbe.
Li şûna ku ji bo mirovahiyê beşdariyeke mayînde pêşkêş bikin, dîroka xwe ya fermî li ser vê yekê ava dikin ku çend kes hatine kuştin, çend gel hatine qetilkirin û çend netewe hatine kedxwarin. Em li hember zihniyeteke berfireh in ku qatilî wek lehengî, êrîş wek serkeftin û zilm wek serbilindiya neteweyî ragihîne.
Û ev zihniyet hîn jî van hemû tiştan dike.
Hîn jî we biçûk dibîne.
Hîn jî hebûna we înkar dike.
Hîn jî rojên ku we kuştine û qetil kirine pîroz dike.
Hîn jî mejiyê zarokên we dişo û hewl dide ziman û nasnameya wan ji destê wan bistîne. Bi bacên ku ji we distîne, guleyan li we direşîne. We dixe zindanan. Hîn jî dibêje ku Kurdê herî baş Kurdê mirî ye.
Ev zihniyet bi nefret û tîbûna xwînê li benda roja ku careke din êrîşî we bike dimîne.
Hûn Kurd, hûn bawer in ku dixwazin di bin pergaleke ku ev zihniyet tê de serdest e, jiyana xwe bidomînin?
