Li welatên demokratîk carinan em civînên li ser tiştekî dibînin, ev welat dibêjin em demokrasiya xwe hene, lê dema welatî li dijî hin tiştan protesto dikin, demokrasî winda dibe, ji ber ku ev welat tenê hez dikin navê demokrasiyê bibêjin.
Roja dawî li Hong Kongê polîs êrîşî 300 kesan dikir di civîna pro-demokrasiyê de, û herwiha polîs êrîşî keçên 12 salî dikir. Hikûmeta demokrasiya Hong Kongê li ku ye? Li Tirkiyeyê jî 2 jin, dema li meydanê ji bo protestoya rûniştinê rûniştin, polîs êrîşî wan jinan jî dike, ji ber ku ew 1 sal e keça û xwişka xwe digerin. Li USA polîs êrîşî mirovên çerm-reş dike, ji ber ku ew wekheviyê dixwazin. Li Çînê polîs êrîşî Tirkên Ûygur dike, ji ber ku ew azadiyê dixwazin.
Em çawa dikarin li vê cîhanê bawerî bi azadiyê bikin? Hemû welat demokrasiyê ji bo welatên din bi kar tînin. USA dibêje Tirkiye demokratîk nîne, Tirkiye dibêje Fransa demokratîk nîne, Çîn dibêje Hong Kong demokratîk nîne, Hong Kong dibêje Malezya demokratîk nîne.
Û ez vê dibêjim: Hemû welat heman kaxez in, ji ber ku tu welat ne demokratîk e û ne jî bêguneh e. Em ê li ku bi aştiyê bijîn, ez nizanim, ji ber ku cîhan demokratîk nîne...
